• Saturday, 06 July 2024
logo

Leyal Ebûd: Ji bo min şanazî ye ku stranên kurdî bibêjim

Leyal Ebûd: Ji bo min şanazî ye ku stranên kurdî bibêjim

Beyrûd (Rûdaw) – Stranbêja libnanî Leyal Ebûd diyar kir, ji bo wê şanazî ye ku stranên kurdî bibêje.

Leyal Ebûd beriya 16 salan di bernameyekê de kete jiyana hunerê û di nav çend salan de li Libnanê bû navdar.

Herwiha Leyal Ebûd ji ber ku bi zaravayên cuda yên zimanê erebî stranan dibêje, li seranserê cîhana erebî stranbêjeke naskirî ye.

Leyal Ebûd ji Rûdawê re diyar kir: “Hunermend mal û milkê her kesî ye. Divê bi her zimanî û her zaravayî stranan bibêje. Ji ber ku dengê min nêzîkî zaravayên Iraq û Misirê ye, bi rehetî dikarim bi wan zaravayan stranan bibêjim. Niha armanca min ew e ku bi zaravayê Mexrîbê (Fas) jî stranekê bêjim.”

Li ser pirsa "gelo hûn dixwazin bi zimanê kurdî jî stranekê bêjin" Leyal Ebûd got: "Ev ji bo min şanazî ye. Lê ez ti kesî nas nakim ku ji min re gotin û awazên kurdî bide. Eger straneke ku li gor dengê min hebe, ezê çima nebêjim? Li ber min ti asteng tune ye ku ez bi zimanê kurdî stranan bibêjim."



Stranbêja ereb amaje bi wê yekê kir, ku di albuma xwe ya nû de cih daye 16 stranan û bi zaravayên Iraq, Misir, Mexrîb û Libnanê gotine û diyar kir ku dê hewl bide bi zimanê kurdî jî stranek bixwîne.

Ebûd aşkere kir, hewl dide ku bedewiya xwe biparêze û diyar kir, ku ji bo vê yekê jî her roj werzişê dike.

Leyal Ebûd li ser neştergeriya bedewiyê jî got: “Min tenê ji bo pozê xwe neştergerî daye kirin. Lê ew jî ji ber sedemên tendirustiyê bû. Gelek kes îdia dikin ku min laşê xwe bi neştergeriyan xistiye vî şiklî, lê ev ne rast e. Bi saya werzişê wisa me.”



Herwiha stranbêja navdar aşkere kir, ku li welatê Behreynê di daweta malbateke naskirî de stran gotine û 120 hezar dolar wergirtiye.

Li ser gotina "Dibêjin tu gelek oldar î” Leyal Ebûd destnîşan kir: “Ev heta mirinê dê li gel min be. Heta ser îsqan, keseke dîndar im. Heta ku erkên ku di navbera min û Xweda de ye neynim cih, ji malê dernakevim. Weke mînak; ez di meha Remezanê de naxebitim. Ez tevlî karên xêrxwaziyê dibim, beşdarî wan çalakiyan dibim ku ji bo zarok û nexweşan têne kirin. Di meha Remezanê de, xwe dinuxumînim. Gava derdikevim derve jî heman tiştî dikim. Serkevtina xwe ya li qada hunerê, weke keremeke ji Xwedê Teala dibînim. Ez wisa bawer dikim ku Xwedê Teala ez kirime miroveke bihêz.”

Rudaw
Top