• Friday, 26 April 2024
logo

Serkirdeyên Sunne yên Iraqê bersiva bangewaziya Nêçîrvan Barzanî dan

Serkirdeyên Sunne yên Iraqê bersiva bangewaziya Nêçîrvan Barzanî dan

Piştî bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ya bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan, ji serkirdeyên Sunne yên Iraqê, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunne Xemîs Xencer hatin Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya roja borî de bang li aliyên siyasî yên Iraqê kiribû ku ji bo derbaskirina “tevliheviya siyasî” bên ba hev.

Yekem bersiva banga Barzanî ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunne Xemîs Xencer ve hat.

Xencer û Halbûsî ku îro hatin Hewlêra, bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û paşê jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hatin cem hev.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî  îro , roja şemiyê 11.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mihemd Helbûsî û Xemîs Xencer kir û di hevdîtinekê de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê hatin gotubêjkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan li ser çewaniya derbaskirina gefên li pêşiya qonaxa bê, dîtin û nêrînên xwe ji hev re gotin.

Serok Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Serwerî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Ji aliyê din ve Ofîsa Serok Barzanî jî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Hezîranê pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Serwerî kir ku ji Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer pêk hatibû.

Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de, her du aliyan guftûgo derbarê dawî pêşhatên di nava proseya siyasî ya Iraqê de kirin.

 

Rudaw

Top