• Friday, 19 April 2024
logo

Gotara Mesrûr Barzanî ya di merasîma danîna xîmê 3 projeyên li Duhokê

Gotara Mesrûr Barzanî ya di merasîma danîna xîmê 3 projeyên li Duhokê

Îro 07.06.2022yê li Sêmêlê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xîm û kevirê bingehîn ê 3 projeyan datîne, ku pêktên ji; Kargeha destarê ar ango aş, xaniyên şûşeyî bo çandina sebze û fêkî li gel projeya xwedî kirina çêlekan û pîşesaziya xorak.

Di merasîma danîna xîmê wan 3 projeyan de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir û axaftina Serokwezîr Barzanî waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xwîşk û birayên hêja

Amedebûyên qedir giran

Ez spasiya we hemûyan dikim. Îro em lêre ne û ez gelek bextewerim ku dibînim careke din em li bajarê Duhokê û qeza Sêmêlê kombûne bo danîna xîmê çend projeyên stratejîk û giring. Ne tenê ji bo vê deverê, bo hemû Kurdistanê jî giring e. ew jî pêşxistina sektora çandinî û pîşesaziya xorak li Kurdistanê û peyda kirina gelek derfetên kar bo ciwanên welatê me, ku ev jî yek ji wan projeyane û bername û plana hikûmeta herêma Kurdistanê de jî ev heye, ku pêşxistina aboriya Kurdistanê û berfireh kirina çavkaniyên dahat û zêde kirina derfetên kar ji bo ciwanan.

Ji ber vê jî ez spasiya şîrketa Kavîn Grub dikim bo bicîhanîna wan projeyan. Hûn dizanin ku ev yek ji wan projeyane ku gelek projeyên din jî lêre hatine danîn û beşeke ji wan projeyên hikûmetê yên li gelek bajarên din, li Silêmanî, li Hewlêr, îdareyên serbixwe û wek li Helebce jî hatine danîn û emê berdewam jî bikin. Ji bo me cîhê serbilindiyê ye, ku em dibînin ev kabîneye giringiyeke zêde daye çavkaniyên dahat û hemûalîkirina dahatê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê.

Kurdistan dewlemende bi çavkaniyên mirovî û çavkaniyên xwezayî yên xwe ve. Pêwîste tişta ku em bikarin bikin ku em bikarin sûd ji axa xwe bibînin. Ew çavkaniyên xwezayî yên xweşik ên Kurdistanê bibînin ku mixabin heta naha ji gelek eger û sedeman sûd jê nehatiye wergirtin, yan jî giringî pê nehatiye dayîn, lê me di vê kabîneyê de me soz daye ku hemû şiyanên xwe ji bo pêşxistina sektora kiiştûkal û çandin û pîşesaziya xorakî û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê emê bikarbînin.

Pêwîste em bigehin wê astê ku piştrastbin ji asayîşa xorak li Herêma Kurdistanê tê dabîn kirin û metirsî li ser jiyana xelkê Kurdistanê namîne. Herwekî ku em dibînin gelek krîz û pirsgirêk li cîhanê serî rakirine, bi taybet piştî şer û pevçûnên li Ukrayna heye em dibînin gelek bandorê li ser sektora kiştûkal û xwarinê li cîhanê dike û bandora wê li ser Herêma Kurdistanê jî hebûye. Ji ber wê pêwîste em giringiyekî zêdetir bidnê, ku berhemên navxweyî û zêdetir bikin. Zêdetir pişta xwe bi xwe ve girêbidin, bo zêde kirina berhemên xwemalî û ne tenê ji bo pêwîstiya xwe dabîn bikin, herwaha bibin çavkaniya berhemanîna xorak bo beşên din ên Rojhilata Navîn û eger şiyan hebe bo welatên Kendav û Ewrupa jî.

Ew dema çûyî bi hewkariya encûmena wezîran û wezaretên pêwendîdar û wezaretên kiştûkal û bazirganî ve gelek hewl hate dayîn, li gel welatên din jî gotûbêj hate kirin bo dîtina bazarên nû ji berhemên xwemalî yên Kurdistanê re, em keyfxweşin ku serkeftin jî vê derbarê de bidest hat û demekî nêzîk de emê ezmûneke serkeftî bibînin û hêvîdarin encamên wê jî derkevin û bibe rêxweşker ku berhemên navxweyî bişînin derve û bazarên cîhanê û cîhan jî berhemên navxweyî yên Kurdistanê nas bike. Ev derfetekî başe û derfeta karê zêdetir ji bo xelkê û cotkarên me çêdike.

Dema ku cotkar berhemekî bi berhemtîne, divê sektora pîşesazî mijara veguhestinê û anîn û birinê yan berevajî wê û henarde kirina wê bo derve û ew hemû dibin derfetên kar ji bo wan kesên di wan warane de kar dikin. Ji bo wê gelek caran min gotiye kiştûkalî û çandinî bingehê pêşxistina aboriya her welatekî ye, lê eger giringiyê pê bide û pêş bixe, wê demê sektora çandiniyê jî pêş dikeve.

 

Basnews

Top