• Friday, 26 April 2024
logo

Serokê herêmê li gel balyozê nû yê Romanyayê civiya

Serokê herêmê li gel balyozê nû yê Romanyayê civiya

Behsa rewşa Îraq û têkiliyên navbera Kurdistan û Romanyayê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Romanyayê yê li Îraqê Radu Octavian Dobre kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê rixmî pîrozbayî kirin li balyozê nû yê Romanyayê hevdem piştîvaniya xwe jê re diyar kir û spasiya Romanyayê kir ku, weke endameke hevpeymaniya cîhanî hevkarî û piştîvaniya Îraq û herêma Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve balyozê Romanyayê Radu Octavian Dobre jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe weke balyozê welatê xwe li Îraqê diyar kir û anî ziman ku welatî wê dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê di gelek waran de pêşde bibe.

Her du aliyan behsa derfetên kar û hêlbirînê bo kompanyên Romanî li Îraq û Kurdistanê nirxandin û Radu Octavian Dobre  behsa xwesteka welatê xwe ya bo çalak kirina komîteya hevbeş ya abûrî û bazirganî li gel Îraqê kir û Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku, lazime Kurdistan jî bibe endamê vê komîteya hevbeş.

Rewşa Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kêşeya penaberan li Romanya û Kurdistanê, rewşa deverê bi giştî û bandorê şerê Ukraynayê mijarên din yên civînê bûn.

 
 

Top