• Thursday, 25 April 2024
logo

Îtaliya li benda serdana Serokwezîrê Kurdistanê ye

Îtaliya li benda serdana Serokwezîrê Kurdistanê ye

Serokwezîr li gel Cîgira wezîrê derve ya Îtaliyayê civiya.

Duh Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgira wezîrê derve ya Îtaliyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 4ê Hezîrana 2022an m3e pêşwaziya Cîgira wezîrê derve yê Îtaliyayê û hemahengîkera navnetewî Marina Sereni kir.

Di civînê de ku balyozê Îtaliyayê yê li Îraqê Maurizzo Greganti jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dayî yên li Îraq û deverê û hewldanên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê kir.

Cîgira wezîrê derve ya Îtaliyayê behsa têkiliyên dostane yên di navbera welatê xwe û herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û abûrî û hêlbirînê de diyar kir.

Marina Sereni  herwiha diyar kir ku, bi kêfxweşî ve li benda serdana Serokwezîrê herêma Kurdistanê ya bo Îtaliyayê di demeke ku bo Serokwezîrê herêma Kurdistanê goncaw be û civînên wî yên li gel Serokwezîr û rayedarên din yên Îtaliyayê ye.

Me jî di berdewamiya civînê de spasiha piştîvaniya berdewam ya Îtaliyayê bo hêzên pêşmerge bi taybetî di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DIŞIê de kir û balkêşande ser xwesteka herêma Kurdistanê ya bo berfire kirina hemahengî,  hevkarî û pêşde birina têkiliyan li gel Îtaliyayê di tevahiya waran de.

 

 

Top