• Thursday, 25 April 2024
logo

Hadî Amirî: Em poşmanin ku me Mesûd Barzanî ji xwe dûr xistiye

Hadî Amirî: Em poşmanin ku me Mesûd Barzanî ji xwe dûr xistiye

Serkirdeyekî Iraqî yê şîe û nêzîkî Îranê dibêje, ew pir poşman in ku nekarîne Serok Mesûd Barzanî bînin aliyê xwe.

Serkirdeyê şîe û serokê tifaqa Feth ya Iraqî, Hadî Amirî ku di heman demê de serkirdeyekî Îtara Tensîq e jî, ji kanala Iraqî ya bi navê “1 News” re gotiye, ew pir poşman û nîgeran in ku wisa kirine Serok Barzanî ji wan dûr bikeve.

Hadî Amirî her wiha gotiye, eger reftar û siyaseta wan bi Serok Barzanî re baş bûya niha ew li gel wan bû. Lê ew tiştên ku sala 2018 rû dan, bûn sebeb ku “bihêztirîn” serkirdeyê kurd ji destê wan biçe.

Wî serkirdeyê Iraqî yê nêzîkî Îranê daye xuyakirin jî, lazim bû ew piştevaniya Fuad Husên bikin ku kandîdê serkomariya Iraqê bû lê Nûrî Malikî guh da Qasim Suleymanî û nehîşt kandîdê Barzanî li ser kursiya serkomar rûnê.

 

Basnews

Top