• Saturday, 27 April 2024
logo

Metirsîdartirîn bazirganê narkotîkê hate girtin

Metirsîdartirîn bazirganê narkotîkê hate girtin

Li Soranê ji aliyê hêzên nehêştina madeyên hişber ve hatiye girtin.

Birêveberatiya hêzên nehêştina madeyên hişber li îdareya serbixwe ya Soranê ragihand ku piştî demeke dirêj ji çavdêriyeke hûr û kûr, karîne metirsîdartirîn bazirganê madeyên hişber binçav bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev bazirganê han xelkê îdareya Raperînê ye, li Qeladizê û Îranê rûdine û di belav kirina madeyên hişber li herêma Kurdistanê de rola herî sereke lîstiye û sûdeke gelek baş ji wer girtiye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev kesê han ku navê xwe S. E. X ye berpirsê bandeke mezin ya belav kirina madeyên hişber bûye li herêma Kurdistanê de.

 

Rudaw

Top