• Friday, 26 April 2024
logo

Peyama Serok Barzanî ya bo salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê

Peyama Serok Barzanî ya bo salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê

Serok Barzanî bi minasebeta 46mîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Gulanê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin û mihiriban

Şoreşa Gulanê pêvajoyeke girîng ya berxwedana gelê Kurdistan û pêşmergeye, ev şoreş domdar û hilgirê peyam û armanacên şoreşa mezin ya Îlonê ye, ev şoreş îsbat kir ku, eger di serdemekê de şoreş û xebata gelê Kurdistanê bi awayeke demkî rawesta be, lê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti carî ji nav neçûye û gelê Kurdistanê bi awayeke bihêztir berdewam bûye bo gehêştin bi azadiyê, ev azadî û destkeftên ku niha hene, berhema xwîn û qurbanîdana gelê di şoreşa Gulan û tevahiya şoreşan dene.

Di bîranîna 46mîn salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê de, rêza me bo tevahiya têkoşer, pêşmerge, rêkxistinên navxwe û ev nîştimanperweran heye ku bi awayeke fedakarane, westiyan û awareyî hilbijartin û bûne beşek ji şanaziya gelê me.

Di vê bîranîna pîroz de, hezaran silav bo rihêz paqêj yê yekem şehîdê şoreşa Gulanê, şehîd Seyid Ebdulah Hecî Omeranî û tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê dinirên û herwiha silav li berxwedan û qehremaniya pêşmergeyan dikin ku bi xwîna xwe serfirazî bo gelê Kurdistanê bidest anîne.

Mesûd Barzanî

26ê Gulana 2022

 

Top