• Tuesday, 07 May 2024
logo

NY daxwazeke Serokê herêmê pejrand

NY daxwazeke Serokê herêmê pejrand

Serokê herêmê du name bo civata ewlekariyê şandiye.

Duhê civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî civiya û di civînê de behsa rewşa Îraq û herêma Kurdistanê jî hate kirin.

Her di civîna han de yek ji daxwazên sereke yên Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di nava du nameyên cuda de pêşkêşî civata ewlekariyê kiribû, hatiye pejrandin.

Serokê herêmê daxwaz kiriye ku civata ewlekarî bo organîzekirina karûbarên taybet bi hilbijartinên Kurdistanê hevkariya Kurdistanê bike, civata ewlekarî jî ev daxwaza han pejrandiye û vê hevkariya herêma Kurdistanê bike daku hilbijartin di dema xwe de werin kirin.

Top