• Saturday, 06 July 2024
logo

Hazan Ateş albumeke nû amade kiriye

Hazan Ateş albumeke nû amade kiriye
Stranbêja ji Bakurê Kurdistanê Hazan Ateş albûmeke nû belav dike.

Stranbêja Kurd Hazan Ateş ji Rûdawê re diyar kir ku di hefteyên paştir de albûmekê ji 6 stran pêk tê dê derbixe bazarê.

Hazan Ateş da zanîn ku tevahiya karên albûmê temam bûne lê ew niha mijûlê amadekirina klîbekê dibine û derbarê albûma nû derbikevê de jî wiha got:

“Di albûma min a nû tomarkirî de stranek soranî jî heye. Herwiha di albûmê de 3 stran bi kurmancî, yek bi trikî, yek jî bi soranî û kurmncî têkel hene.”

Ateş beriya niha li Hewlêrê dijiya lê niha li bajarê Silêmaniyê bicî bûye.

Rudaw
Top