• Saturday, 27 April 2024
logo

Serok Barzanî û balyozê Yekîtiya Ewrûpayê civiyan

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Serok Barzanî û balyozê Yekîtiya Ewrûpayê civiyan

Yekîtiya Ewrûpayê li hember êrîşên ser Hewlêrê dilgirane.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Willy Vargola kir.

Di civînê de balyozê YE Willy Vargola rêzdariya xwe ya li hember rol û xebata Serok Barzanî û gelê Kurdistanê diyar kir û dilgiraniya YE jî li hember êrîşa mûşekî yaku ji aliyê Îranê ve bo ser Hewlêrê hatiye kirin, anî ziman û diyar kir ku, aramî û pêgeha herêma Kurdistanê bo YE gelek girînge.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û Willy Vargola behsa prosesa siyasiya Îraqê û hewlên destûrî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin û balkêşandine ser sedem û bandorên êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê û hewldan bo têkdana aramiya Kurdistanê û Îraqê.

Derbarê bersifa pirseke balyozê YE ya li ser êrîşa mûşekî, Serok Barzanî ragihand ku, ewin berpirsiyartiya xwe diyar kirine, di rastî de nikarin bi ti awayî bersifa xelkeke din di cîhên pêwîst de bidin, lewre bo veşartina şikestên xwe û parastina heybeta xwe, hincetên nerast difirênin bo ku êrîşî ser xelkê medenî û bêtawan bikin.

Gef û metirsiyên teror û sedemên koçberiyê û çareser kirina wan mijarên din yên civînê bûn.

Top