• Saturday, 27 April 2024
logo

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê

Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî îro 14ê Adara 2022an, bi serokatiya şandeke bilind gihîşt Hewlêrê.

Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Şanda bi Kazimî re, ji Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û Şêwirmendê Encûmena Niştimanî pêk hatiye û bi awayekî cuda ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dice.

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, serdana cihên ku ketine ber êrîşa teroristî ya duhî li ser Hewlêrê bikin.

Ev serdan piştî wê tê, duhî berbangê 12 mûşekên Ballistic li navçeyên Hewlêrê û nêzîkî avahiya sereke ya Kurdistan24ê ketin û di encamê de du kes birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin derketin. Supaya Pasdarên Îranê jî ew êrîş girte ser xwe.

Top