• Saturday, 27 April 2024
logo

Serok Barzanî: Piştî rêkeftina 11ê Adarê jî rejîma Iraqê rêya înkarê girte ber xwe

Gulan Media March 11, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Piştî rêkeftina 11ê Adarê jî rejîma Iraqê rêya înkarê girte ber xwe

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 52yemîn salvegera rêkeftinnameya 11 Adarê peyamek belav kir û diyar kir: “Di encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê de, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku di yanzdehê Adara 1970an de yekem car û bi awayekî fermî beşek ji mafên gelê me qebûl bike.”

Herwiha di peyamê de hat destnîşankirin: “Rast e piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em gelek bi bilindî bîranîna pencî û du saliya rêkeftinnameya yanzdehê Adarê dikin ku destkefteke girîng a tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bû.

Di encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê de, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku di yanzdehê Adara 1970an de yekem car û bi awayekî fermî beşek ji mafên gelê me qebûl bike.

Yanzdehê Adara 1970, belgeyeke zelal e li serkeftina şoreş û îradeya rewa ya gelê Kurdistanê li ser înkariya nehezên gelê Kurdistanê û hewlên wan ya ji jêbirina gelê me. Rêkeftinnameya yanzdehê Adarê berhemê xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Ew xebata bi navê berqerarbûna pêkvejiyanê û şeraket û dadperwerî û aştiyê da berdewam bû û gihîşte encamê.

Rast e piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.

Di salvegera rêkeftinnameya yanzdehê Adarê de, em tekezî li ser peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û em wê jî dûpat dikin ku li her rewş û di bin her guşarek de îradeya gelê Kurdistanê naşikê û Kurdistan destberdarê azadî û mafên xwe yên rewa nabê.

Mesûd Barzanî

11.03.2022

Top