• Saturday, 27 April 2024
logo

Amerîka 500 serbazên din jî dişîne Ewropayê

Amerîka 500 serbazên din jî dişîne Ewropayê

Rayedarekî payebilind li Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ferman daye ku 500 serbazên din ên Amerîkî bişînin Ewropayê, ev jî weke piştevaniyek ji bo serbazên Amerîkayê yên li NATOyê.

Li gor kanala El Hurre, rayedarê serbazî yê Amerîkî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ragihandiye ku Ukrayna şiyanên xwe yên esmanî di rûbirûbûna êrîşên Rûsyayê de ji dest daye.

Li gor texmînên Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, hemû hêzên serbazî yên Rûsyayê ku li ser sînoran kom kiribûn, niha li nava axa Ukraynayê ne.

Beriya destpêkirina êrîşa berfireh a bi ser Ukraynayê de, Rûsyayê 130 hezar serbaz bi hemû çek û pêwîstiyan, li ser sînorê Ukraynayê kom kiribûn.

 

K24

Top