• Saturday, 27 April 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Kanada li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Kanada li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Kanada li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li balyozê nû yê Kanada li Iraqê, Gregory Galligan kir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Galligan kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest di erkê wî yê nû de ji bo pêşvebirina pêwendiyên Kanada û Herêma Kurdistanê.

Galligan jî kêfxweşiya xwe li ser destbikarbûna xwe li Iraqê nîşan da û kurteyek derbarê bername û çalakiyên Kanadayê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Herwiha daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên veberhênan û çandinî û teknolojiyê de nîşan da. Balyozê Kanadayê herwiha pesnê ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê da.

Proseya siyasî ya Iraqê, şerê DAIŞê û girîngiya piştgiriya Pêşmerge û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çend mijarên din ên gotûbêja vê hevdîtinê bûn.

 

Basnews

Top