• Saturday, 27 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Rûbirûbûna tundûtûjiya li hember jinan erkê me yê hevbeş e

Nêçîrvan Barzanî: Rûbirûbûna tundûtûjiya li hember jinan erkê me yê hevbeş e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û tekez kir, “Rûbirûbûna tundûtûjiya li hember jinan erkê me yê hevbeş e. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê bi temamî bidawî were.”

Hêviya pêşveçûna berdewam û serkeftinê bo jinan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li “hemû jinên li Kurdistan û her welat û deverek cîhanê bin” dike û hêviya pêşveçûna berdewam û serkeftinê bo jinan dixwaze.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê dike, di vê helkeftê de li gel dupatkirina hemû piştgiriyan ji bo jinên Kurdistanê, “piştrast dikim ku em dê wek her tim maf û azadiyan biparêzin û bi hemû şiyana xwe berevaniyê lê bikin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan
Bandora li ser nav û pêgeha Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez dike, “Di demekê de ku em vê rojê bibîr tînin, em bi nîgeranî li tundûtûjî, kuştin, azardana jinan û binpêkirina mafên wan dinêrin ku bandoreke mezin li ser rewşa civakî û nav û pêgeha Herêma Kurdistanê kiriye. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê bi temamî bi dawî were.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Rûbirûbûna tundûtûjî û rêgiriya li kuştina jinan her bi çi hincetê be, erkekî hevbeş ê me hemûyan e li her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên hikûmet, rêxistin, mamosteyên ayînî, medya û civakê bi giştî.”

`Divê em hemû hişyar û hevkar bin`

Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, bi rêya perwerde, agahî û hişyariya tak û malbatê “em hemû hişyar û hevkar bin û hewlên ciddî bidin ji bo nehiştin û binbirkirina tundûtûjiya dijî jinan û pêşxistina çanda netundûtûjî, lêborîn, yeksanî, misogerkirina beşdarî û hevbeşiya aktîv a jinan di hemû warên jiyan, desthilat, siyaset û kargêrî de û bihêztirkirina şiyanên xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de silavan bo giyana qurbaniyên tundûtûjiya dijî jinan dişîne û dibêje, “berz û şikodar be 8ê Adarê, serkeftin ji bo xebat û têkoşîna jinan û azadîxwazan ji bo dabînkirina maf, dadwerî û yeksaniyê. Silav li giyana qurbaniyên tundûtûjiya dijî jinan.”

 

Rudaw

Top