• Saturday, 06 July 2024
logo

Stranbêja îsraîlî ji bo pêşmergeyan stra

Gulan Media February 14, 2017 Hunerî
Stranbêja îsraîlî ji bo pêşmergeyan stra
Stranbêja îsraîlî Hedese Yeşrûn klîpeke bi zimanê kurdî û bi navê "Em Hemî Pêşmerge ne" derxist ku tê de cil û bergên pêşmergeyan li xwe kirine.
Yeşrûn di klîpê de alaya Kurdistanê û ya Îsraîlê radike û tê de wiha dibêje: "Em hemî pêşmerge ne. Em hemî hatin hatin. Bo welat canfiday ne."
Yeşrûna ku hevsera kurdekî ye vîdeoklîpa xwe li ser rûpela xwe ya Facebopokê parve kir û tê de wiha got: "Ez vê stranê diyarî pêşmergeyên leheng dikim. Bijî Kurdistan û bijî Îsraîl".
Hêjayî gotinê ye ku Yeşrûnê berê bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyên Newrozê bibû û diyar kiribû ku dixwaze serdana Kurdistanê bike.

Top