• Tuesday, 30 April 2024
logo

Baregayê Barzanî li ser êrîşa ofîsa Şaxewan Ebdula daxuyaniyek belav kir

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
Baregayê Barzanî li ser êrîşa ofîsa Şaxewan Ebdula daxuyaniyek belav kir

 Baregayê Barzanî li ser êrîşa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Baregayê Barzanî wiha ye:

Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku îşev li ser ofîsa heval Şaxewan Ebdula, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê êrîş hat kirin.

Em daxwaz dikin aliyên pêwendîdar vê kiryara terorîstî bişopînin û kesên ku ev êrîş encam dane eşkere bikin û cezayê wan bidin.

Teror ti car nikare bi ser îradeya azadîxwaz û pêkvejiyanê desthilat be.

Baregayê Barzanî

19ê Çileya 2022yan

 

Basnews

Top