• Friday, 17 May 2024
logo

Namzedê CHPyê yê Sûra Amedê li mala xwe kuştî hat dîtin

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Namzedê CHPyê yê Sûra Amedê li mala xwe kuştî hat dîtin

Namzedê CHPyê yê şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê Abdulkadir Bedîr li mala xwe kuştî hat dîtin.

Tê gotin ku gule li serê wî ketiye.

Li gorî agahiyan Abdulkadîr Bedîr li malê bi tenê dijiya.

Xizmên wî yên ku jê agahî wernegirtine çûne mala wî û wan dîtiye ku gule li serê wî ketiye û miriye.

Li ser agahdarkirinên tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê  termê Bedîr ji bo otopsî bê kirin veguhast Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Rudaw

Top