• Friday, 17 May 2024
logo

Wezareta pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî civiyan

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Wezareta pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî civiyan

Behsa ava kirina lîwayên nû hate kirin.

Duhê şandeke Şêwirmendî ya hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kir û ji aliyê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hate pêşwazîkirin.

Pişt re bi amadebûna wezîrê pêşmerge civîneke hevbeş di navbera şanda hevpeymanî û wezareta pêşmerge de hate lidarxistin û di civînê de giftûgo derbarê hewldanên heyî yên bo ava kirina lîwayên nû û çawetiya ava kirina wan lîwayan hate kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de nîqaş li ser yekxistina her du yekeyên pêşmerge yên 80 û 70 di nava wezareta pêşmerge de hate kirin û her du alî li ser cîhbicîh kirina bernivîsa ku, beriya niha hatiye îmzekirin, hemfikir bûn.

Top