• Friday, 17 May 2024
logo

Şaxewan Ebdula: Arêşeya cotyarên sinorê Sergeranê tê çarekirin

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Şaxewan Ebdula: Arêşeya cotyarên sinorê Sergeranê tê çarekirin

 Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Her sal arêşeya wê yekê çê dibe ku bireka kêm a genimê Herêma Kurdistanê tê wergirtin, lewma em dixwazin îsal ew rêgirî nemînin”. Herwesa dibêje, “Ez bi Fermandeyê Operasiyonan re axiftime û wî gotiye ku ew li ser xetê ne û ew rêgiriyên li beranberî cotyarên Kurd tên kirin namînin”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Duşem, 29.04.2024) di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Di navbera Şanda Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê de danûstandin li ser hejmareke mijaran hatin kirin, wekî mijara Civata Berbazarkirina Avê”.

Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Her sal arêşeya wê yekê çê dibe ku bireka kêm a genimê Herêma Kurdistanê tê wergirtin, lewma em dixwazin îsal ew rêgirî nemînin. Herwesa em dê hemî alîkariyan ji bo Wezareta Çandinê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ku wan cotyaran êdî ew arêşe nemînin û berhemên wan bi rêje jê bên wergirtin, divê wekî bajarên din ên Îraqê ew genimê ku hatiye çandin hemî bê wergirtin”.

Navbirî herwesa ragehand, “Em ji bo wê mijarê bi Serokwezîrê Îraqê û Wezareta Çandinê re li ser xetê ne, herwesa em bizavê dikin ku ew lijneya ji bo diyarkirina bira wergirtina genimî hatiye danan nemîne”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê li ser rêgiriyên artêşa Îraqê li beranberî cotyarên Kurd got, “Ez bi Fermandeyê Operasiyonan re axiftime û wî gotiye ku ew li ser xetê ne û ew rêgiriyên li beranberî cotyarên Kurd tên kirin namînin. Herwesa ez bi Wezîrê Bergiriyê re jî axiftime”.

Şaxewan Ebdula eşkere jî kir, “Ji bo çarekirina wê arêşeyê jî, berî du rojan me li Civata Nûneran xwandina yekê ji bo pirojeqanûna pûçkirina biryarên partiya Beis kir, duhî jî me li Civata Nûneran ji bo madeya 140ê çend biryarên din derxistin”.

Ev du roj in ku werzê dirûtinê li Pelkane û Sergeranê li sinorê Dûzê û gundên Saleyî yên girêdayî komelgeha Pirdê dest pê kiriye, lê wekî hemî salên borî bi biryara artêşa Îraqê dirûtin li cotyarên Kurd hatiye qedexekirin û rê lê tê girtin ku biçin nav zeviyên xwe jî.

Artêşa Îraqê haydarî daye cotyaran û jê re gotiye ku nabe berhemên xwe bidirûn, vê yekê jî cotyarên Kurd tûre û nîgeran kirine, lewma cotyarên gundê Gelozê yê sinorê Pirdê li ser rêya serekî ya Kerkûk - Hewlêrê kom bûne û radigehînin ku, eger rêgirî berdewam be, wan dê helwesteke din hebe û her wesa bêdeng namînin.

Heta niha artêşa Îraqê hejmareke cotyarên Kurdli devera Saleyî û çend cihên din girtine.

 

K24

Top