• Friday, 26 April 2024
logo

Bi dronê êrişî Ebû Zebî hat kirin

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Bi dronê êrişî Ebû Zebî hat kirin

Teqînek li Ebû Zebî (Abu Dhabi) ya paytexta Îmaratê çê bû û polîsê bajêr jî dibêje, guman heye ku êriş bi dronê hatibe kirin.

Polîsê Abû Zebî ragihandiye ku teqîn di sê tankerên petrolê de çêbûye û agir li navçeya avakirinê ya nû li nêzîkî balafirxaneya navdewletî ya Ebû Zebî çê bûye. Li gor heman çavkaniyê, heya niha ti ziyanek nîne.

Li gor lêkolînên destpêkê, tiştekî biçûk hatiye dîtin, dibe ku balafireke bê pîlot (dron) be, li wê navçeyê ketibe û bûye sedema agir û teqînan, tîmên taybet li cihê bûyerê serederiyê li gel agir dikin.

Aliyên pêwendîdar yekser dest bi lêkolînên berfireh kirine û heya niha ti ziyanek di encama wan herdû bûyeran de nîne.

Rudaw

Top