• Tuesday, 30 April 2024
logo

Yunis Das straneke Muhammed Mamlê kir klîp

Gulan Media January 2, 2022 Hunerî
Yunis Das straneke Muhammed Mamlê kir klîp

Hunermedên ji navçeya Cizîrî ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê Yunis Das strana Muhammed Mamlê "Perîşan im" bi zaraveyê Soranî xwend û weke klîp belav kir.

Hunermend Yunis Das ku hunera xwe temamî bi Kurdî çêdike û stîlên rojavayî ên mîna soft/folk rockê bi kar tîne, ji Rûdawê re ragihand ku ji bo wî hesteke xweş bû ku strana Muhammed Mamlê "Perîşan im" bi zaraveyê Soranî xwend û kesên derdora wî hemûyan ji fêm kir û got: “Hestek jî ziman bû ku Soranî pêşkêş bikim li derdora xwe ya Bakur, ku hema bêje herkesî tevahîya stranê yekser fêm kir. Gotin weke Kurmancî ye.”

Yunis Das diyar kir ku di stranê de akordeon ji aliyê Burhan Dunmaz û Kahon ji aliyê Oguz Çagirci ve pêk hatiye û derbarê fikra amadekirina klîbê de jî got: “Ewil min di civatên hevalan de ev stran distra. Paşê hevalê min ê akordeon lê dida hebû li Cizîrê, min go ka em biceribînin. Hema wisa di nava du saetan de li gel gîtar akordeon û perkusyonê me tomareke zindî girt.”

Das da zanîn ku ji ber ku xebatên wî têkildarî ziman û folklora kurdî ye, pêwendiya wî bi hemû zarave û devokên Kurdî re heye û wî pêştir ev stran bi forma solo ya gîtarê sererast kiribû û got: “Wekî muzîkjenekî heta ji min hatî hemû serdemên muzîka kurdî, reng û stîlên wê dişopînim ku Mamlê jî yek ji wan e.”

Hunermedê Kurd destnîşan kir ku di nav malbat û stîla Mamlê de akordeon li pêş e û têkildarî wî de wiha axivî: “Mamlê hunermendekî zor afirêner û di serdema xwe de şansekî mezin e bo muzîka kurdî ku stranên folklorîk ên kurdî berhev kirin û ew vejandine û di heman demê de bi rengekî nûjen bi sedan stran çêkirine û têkelî kelepora Kurdî kirine

Yunis Das kî ye?

Yunis Das
Yunis Das li Cizîrê ji dayîk bûye û li wir mezin bûye. Wek hobî ji zaroktîya xwe ve bi muzîkê re têkildar e. Yunis Das, solîst û strançêkerê Teq û Req ê bû ku vê komê bi stîlen rocka hard (hişk), rocka akûstîk û bluesê ya bi Kurdî albumeke bi navê “Keftûlef” a ji deh stranan pêk tê, derxistîye.

Das ji lîseyê ve bi karên ziman re mijûl e. Di salên zanîngehê de li Enstituya Kurdî ya Stenbolê, piştre jî li Cizîrê li Kurdî-Der, Malên Pişgirîyên Perwerdehîyê wek rêveber, aktîvîst û mamosteyê Kurdî nêzî 15 salan xebitîye. Di heman demê de lêkolînerî û berhevkarîya dengbêjî û folklorê dike û li Zanîngeha Artukluyê bi navê “Vekolîneke Etnomuzîkolojîk li ser Mihemed Arif Cizîrî” teza xwe ya masterê daye.

Romana kult a Sabahattin Ali ya bi navê “Kurk Mantolu Madonna” ya Tirkî, bi navê “Madonnata Mantokurk Lê”  bo Kurdî wergerandîye. Di kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsên wî derçûne. Di nav edîtorî û lijneya weşana kovarên wek Zend, Hawara Botan, Dibistan, Ziryabê de cih girtîye û xebitîye. Li gel vê jî ji bo amadekirina hin pirtûkên Kurdî bo weşanê karên edîsyonî û redaksîyonîyê kirîye. Piştî şerên bajaran ku sazî û dezgehên Kurdan tên girtin Yunis Das li gel hevalên xwe ji bo pêşxistina xebatên hişmendîya xwezayê, Komeleya Duçerxe û Xwezayê ya Cizîrê ava dike û bi vê yekê re hin xebatên çandî jî bi pêş dixe û ev xebat di serdemeke teng de ji alîyê civakê ve bi dilgermî tê pêşwazîkirin û ji bo nifşê nû dibe modelek.

Yunis Das wek mamosteyê mekatronîkê yê fermî kar dike. Yunis Das di sala 2020an de ji bo derxistina albuma xwe ya soloyê ket studyoyê û dest bi tomarkirina albumê kir. Tê payîn ku albuma wî ya ji 10 stranên bi temamî gotin, muzîk, aranjeyên wî pêk tên, di destpêka 2022an de derkeve.

 

Rudaw

Top