• Thursday, 02 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îtalya civiya

Gulan Media December 24, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îtalya civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pênçşemê 23.12.2021 pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio û şanda dîplomasî û serbazî ya li gel wî kir.

Di civînê de ku Balyozê Îtalya li Iraqê û Konsolê Îtalya li Hewlêrê amade bûn, Wezîrê Derve yê Îtalya behsa serdana xwe ya hêzên welatê xwe ya li Iraqê kir û tekez li ser berdewamiya piştgîriya Îtalya ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha pesnê rola Pêşmerge ya li têkşikandina DAIŞê û mîhvanperweriya Herêma Kurdistanê û hewandina koçber û penaberan da.

Wezîrê Derve yê Îtalya, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwend Romayê, her wiha di derbarê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îtalya, her du alî xwesta hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeş dûpat kirin, bi taybetî jî li rûyê aborî û kultûrî ve.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya li birêz û gel û hikûmeta Îtalya bi helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh û sala nû ve, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriya Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de, her wiha ji bo meşq û rahênana Pêşmerge û alîkariya miroviya Îtalya, dûpat kir.

Rewşa siyasî û hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqê, encama hilbijartin û hewlên damezrandina hikûmeta nû, pêşhatên şerê dijî DAIŞê û metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rewşa û girîngiya parastina aramiya navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

 

 

K24

Top