• Thursday, 02 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

Gulan Media December 23, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22/12/2021ê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Elî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê, proseya siyasî û hilbijartinên, rewşa Iraqê bi giştî, hewlên derbaskirina kêşeyên derbarê encamên hibijartinan û pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê, metirsiyên terorê û êrîşên DAIŞê hatin guftûgokirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyan bi taybetî di warê aborî de kirin û li ser girîngiya hevkariyên hevbeş û hevahengiyê ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeyê hevnêrîn bûn.

Dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend babetên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê jî amade bû.

 

K24

Top