Pêşmerge û hêzên Iraqî Odeyeke Operasyonan ya hevbeş pêk tînin
Wî jêderî ji malpera “alghadpress” a Iraqî re ragihand, duh civînek di navbera berpirsên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergîriyê ya Iraqê de li Daqoqê başûrê Kerkûkê birêve çû û di civînê de biryar hat dayîn ku odeyeke operasyonan ya hevbeş li navçeya Leylanê pêk bînin.
Wî jêderî aşkere kir jî, civîn di çarçova hevahengiya di navebera her du aliyan a ji bo rûbirûbûna DAIŞê de hat.
Berî demekê, Qeymeqamê Xurmatûyê Şelal Ebdula ji heman malperê re ragihandibû, çend ferman ji Wezareta Pêşmerge hatibûn derkirin, li gor wan fermanan jî, Pêşmerge li 3 eniyan beşdarî operasyona ku duhî li Xurmatû û Kefrî dest pê kiribû bûn.
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî û vekişîna hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, roj bi roj rewşa wan navçeyan bi awayekî têk çû, di vê dawiyê çekdarên DAIŞê êrîş dikin û kiryarên revandin û teqînan dibin.
Ji ber wê jî, çend hefte ne pêkhateyên wan navçeyan daxwaza vegera hêzên Pêşmerge dikin.
K24