Mesrûr Barzanî dezgehên pêwendîdar raspardine bilez bi hawara xelkê ve biçin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê rabûna lehiyê û ziyanên welatiyan de belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin, ji ber barana xurt û bihêz a şeva borî û îro sibê, lehî li çend gund û navçeyên bajarê hewlêrê rabû, di encamê de hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dan û ziyaneke madî ya mezin jî derketin.”
Serokwezîr Mesrûr Baranî got jî: “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr li malbat û kesûkarên wan dikim û hevxemê wan im. Xwedêyê mezin giyanê wan bixe ber dilovaniya xwe.”
Diyar kir jî: “Me dezgehên pêwendîdar raspardine ku bilez bi hawara kesên ku ziyan gihîştinê biçin û her çi pêwîst be ji bo hevkariyan wan û dabînkirina pêwîstiyên wan bikin.”
K24