Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqê Izet Şahbender dike
Serok Mesûd Barzanî îro 5/12/2021ê pêşwazî li siyasetmedarê serbixwe yê Iraqê Izet Şahbender kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ya Cotmeha borî hatin guftûgokirin.
Herwiha ronahî hate xistin ser rêçareyên ji bo derbaskirina krîz û qeyranên di nava proseya siyasî ya Iraqê.