• Thursday, 02 May 2024
logo

Serok Barzanî û şandeke Rûsî civiyan

Gulan Media December 2, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û şandeke Rûsî civiyan

Serok Barzanî ji pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê dilgirane.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê û rewşa deverê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Rûsî ya bi Serokatiya nunerê taybetî yê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqayê û herwiha Cîgirê wezîrê derve Michael Bogdanov kir.

Di civînê de nunerê Serokê Rûsyeyê silav û rêzên Serokê Rûsye û wezîrê derve yê vê welatî gehandine Serok Barzanî û tekez li ser girîngiya pêgeha gelê Kurdistan û Kurdistanê li Îraq û deverê de kir û anî ziman ku li gor Rûsyeyê Kurdistan li Îraqê de xwedan roleke gelek girîng û mezine û faktereke girîng ya aramiyê ye.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê û hilbijartinên parlementoya Îraqê jî hatekirin.

Di beşeke din ya civînê de gefên terorê li ser ewlekarî û asayîşa deverê hatin nirxandin û her du alî hemfikir bûn li ser nehêştina sedemên serhildana terorê.

Rewşa Sûriyeyê mijareke din ya civînê bû û Serok Barzanî jî dilgiraniya xwe ya li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê gehande şanda Rûsî.

Di dawiya civînê de şanda Rûsî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsye û gelê Kurd de kir û rola malbeta Barzanî bo pêde birina têkiliyên han bilind nirxand û daxwaz kir têkiliyên Rûsyeyê yên li gel Kurdistanê berfiretir bibin.

Top