• Friday, 03 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Gulan Media November 28, 2021 Nûçe
Serok  Barzanî    li gel balyozê Brîtanyayê civiya

behsa rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan kirin.
Behsa rûbirû bûna terorê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de her du aliyan derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê piştî hilbijartinan, encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de giftûgo kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta federalî ya Îraqê û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna terorîstan û parastina ewlekariya deverê de kirin.

Top