Serok Barzanî li gel Konsulusê Urdinê civiya
Urdin û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Behsa rewşa heyî û têkiliyên navbera Urdin û Kurdistanê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Urdinê yê li Hewlêrê Fûad Elmecalî û şandeke pê re kir.
Di destpêka civînê de Konsulusê Urdinê rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî ya di xebata gelê Kurd de bo gehêştin bi maf û azadiyên xwe û herwiha pêşde birina herêma Kurdistanê diyar kir û qurbanîdan û qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bilind nirxand.
Nav hatî herwiha spasiya herêma Kurdistanê jî kir ku, hembêza xwe bo hijmareke gelek zêde aware û penaberan vekiriye û jiyan û selametiya wan jî dabîn kiriye.
Di berdewamiya civîna han de rixmî balkêşandine ser têkiliyên kevnar û dostane yên di navbera gelê Kurd û Urdinê û Serkidatiya her du aliyan de, tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên heyî di tevahiya waran de hate kirin.
Rewşa siyasiya Îraq û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê mijarên din yên hevdîtina han bûn.