• Saturday, 06 July 2024
logo

Derbarê şehîd

Gulan Media September 28, 2016 Hunerî
Derbarê şehîd
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane, wan le dilî mîlleta ejîn
Pîremêrd

Ji wan qehremanan re dibêjin şehîd ku canê xwe dikin qurbanê azadî, evîn, dadmendî, fikr, gel û welat. Ji Spartacus, Socrates, Mesîh, Giordano Bruno, Jeanne d'Arc, José Martí, Qazî Mihemed, Guevara, Martin Luther King û Ebdilxaliq Marûf re dibêjin şehîd. Şehîd ew kes e ku di berxwedana li dijî dagîrkeran de jiyana xwe ji dest dide. Kesê ser bi artêşa dagîrkeran be, bila wê artêşê bi navê fikrekî yan olekê êrişî welatekî yan miletekî kiribe jî, eger bê kuştin, ne şehîd e. Wek çawa leşkerên Hitler gava êrişî Fransayê kirin, dema dihatin kuştin, wek şehîd nedihatin hejmartin. Şehîd ew cengawer e ku di şerê li dijî artêşa dagîrkeran de, jiyana xwe gorî dike.

Li gor hemû ol û ayînan, yeqîn e ku kesê ji bo olê jiyana xwe bike qurbanî, şehîd e û cihê wî buhişt e. Kesê terorîst zor û şîdetê nîşan dide bi hêviya buhişt û horiyên wê, ne tenê tirsa mirinê di dilê wî de tune, lê bi dilgermî ber bi mirinê diçe. Di ola mesîhî de jî, şehîd kesekî wiha ye ku bê tirs û dudilî di rêya parastina ola xwe de, ber bi stemkarî û îşkence û mirinê diçe. Mesîhî di destpêka peydabûna ola Mesîhiyetê de, çimkî di navbera mirin û dev ji baweriya xwe berdanê de, mirin dineqandin, lewra wek şehîd dihatin hejmartin. Şehîd keseke wek keşe Polycarpus ku di nava sedsala duyem de, Romayiyan ew bi saxîtî di yarîgehekê de şewitandin û dev ji baweriya xwe berneda.

Şehîd canê xwe gorî dike û dûre xelk wek kesekî pîroz lê dinihêrin. Şehîd Îsa ye ku çiqas sivikatî pê kirin û ew her aram bû. Dema ber bi mirinê dihat birin, Îsa pêşî celadên xwe efû kir. Şehîd her keseke wek Mesîh di navbera mirin û poşmaniyê de, mirinê dipejrîne û gumanê ji dilê xwe dûr dixe. Li ba mesîhiyan, ew mirin pîroz e ku ji bona baweriya pîroz a Mesîhiyetê be.

Di Îslamê de, şehîd yek ji navên bedew ên Xwedê ye ku tê wateya çavdêrekî heqbêj û keseke di nava şerê gawiran de hatibe kuştin, çi dema berevaniya welatê xwe kiribe yan êrişî welatê gawiran kiribe. Li ba şîeyan, misilmanê ji bo dadmendiya civakî jî canê xwe gorî bike, wek şehîd tê hejmartin. Lê şehîdê herî mezin, ku hertim nemir dimîne, kesê diçe şerê gawiran e. Li ba cihûyan, her kesek ji ber cihûtiya xwe hatibe kuştin şehîd e.

Bi nerîna hin kesan, kesê ji bo dozeke rewa canê xwe gorî kiribe şehîd e, nemaze ku ew doz ne takekesî lê giştî be. Kesê ji bo evînê jî canê xwe gorî bike, wek şehîd tê hesibandin. Lewra Mem û Zîn wek şehîdên eşqê tên hejmartin. Kesê ku bigihe pileya bilind a şehîdbûnê, dibe beşek ji mîtolojiyê û wek kesekî pîroz tê dîtin û dibe mînaka bilind.

Têgeha şehîd ji wan qurbaniyan peyda bû ku pêşkêşî xwedawendan dihatin kirin û ewên ku dihatin qurbanîkirin şehîd in û canê wan hem bi buhiştê şa dibe û hem di nav xelk û miletê xwe de nemir dimînin. Li gor ol û mîtolojiyê, şehîd digihe pileya pîroziyê. Di mîtolojî û di olê de jî, şehîd zindî ye. Şehîdê zindî, ne keseke ku çend caran ji keviya mirinê vegeriyabe, lê keseke ji bo meseleyeke rewa, wek parastina welêt an azadî yan dadweriya civakî jiyana xwe ji dest dabe.

Mîtolojî ne gotinên hîç û pûç û bê naverok in. Mîtolojî destpêka huner û edebiyatê ye. Destpêka fîlosofî û dîrokê ye, havêna dastan û şanoyê ye. Xeyal di mîtolojiyê de, wekî rastî diyar dibe. Lewra têgeha şehîd jî ji mîtolojiyê hatiye. Ji wan qurbaniyan hatiye ku ji bo bereketê û ji bo aramkirina xwezayê pêşkêşî xwedawendan dihatin kirin. Li gor efsaneyekê pêşî di biharan de, xwîna ciwanên gurandî dihîşt erd bi bereket be, lê dûre ji bo heman armancê, ax bi wê xwîna ku her meh ji ber jinan diçe sor dikirin.

Xaleke hevbeş a efsane û olê ew e ku herdu jî ne taybet in bi neteweyekê yan navçeyekê, lê peyama wan ji hemû dinyayê re ye. Di efsaneyan de xwedawend nemir e, çimkî xwe qurbanî hemû gerdûn dike. Xwedawend namire, demekê winda dibe, dûre bi hatina xwe re bereket û xweşiyê ji xelkê re tîne. Şehîd jî girêdayî eynî yasayê ye, her nemir dimîne.

Kesê wek şehîd tê hejmartin, bi mêrxasî ber bi mirinê diçe. Kameran Mukrî dibêje: ”Ji mirinê re bêje: Nereve!” Kesê ji ber mirinê bireve, tucarî nabe şehîd. Prometheus navdartirîn sembola qurbanîdanê ye ku ji bo însaniyetê rastî dijwartirîn îşkence hat, agir ji xwedawend dizî û ji mirov re bir, da mirovatî ji serdestiya xwedawend rizgar bibe, êdî Zeus wî bi tehtekî mezin ve girêdide û qertel her roj tên û kezeba wî dixwin û bi şev dîsa kezeba wî nû dibe, eynî wek di dojehê de, çimkî di dojehê de jî gunehkaran dişewitînin û dîsa goşt û çerm ji wan re dirust dibe da wan dîsa bişewitînin. Ew ezabê giran ku Prometheus rastî hat, Îsa jî rûbirûyî wî hat. Lê cudahî ew e ku yê pêşî bi tehtekî ve hat girdanê û yê duyem hat xaçkirin û cangoriya herduyan jî ji bo mirovatiyê bû.

Mesîhî di destpêkê de dora 300-400 salî kêmîneyeke çewisandî û perçiqandî bûn. Wê çaxê mesîhî ji aliyê desthilatdarên Împeratoriya Romanî ve ku baweriya wan bi pirbûna xwedayan dihat, rastî zordestî û kuştinê dihatin. Wê heyamê ku Mesîh bi xwe jî xaçkirî û li jêr îşkenceya giran can dide, şehîdbûn wateyeke bilind û pîroz li ba mesîhiyan werdigire.

Çewisandina mesîhiyan bi giranî domand heta Împeratorê Roman Constantine hate ser dînê Mesîh. Êdî ji wir û pêde, mesîhiyet bû dînê dewletê û dest bi perçiqandina dijminên xwe kir. Desthilata kilîseyê Jeanne d'Arc bi tohmeta zendeqe û gawiriyê bi şewitandinê ceza kir û Jeanne bû yek ji şehîdên navdar ên cîhanê. Socrates ku sembola şehîdê ramanê ye, karîbû bi poşmanbûn an bi revê xwe ji mirinê rizgar bike, lê wiha nekir û piyala jehrê vexwar, lewra hertim nav û stêrka wî teyîsî dimînin.

Ji sedsalên navîn ên tarî heta destpêka sedsala bîstan jî, piraniya bîrmend û fîlosofên Ewropayê, hertim rastî gefa kilîseyê dihatin. Vatîkanê Giordano Bruno bi şewitandinê ceza kir û Galileo bi kotekî û tirsandinê bêdeng kir. Vêga Vatîkan ji vê dîroka xwe ya reş şerm dike û Papa Francis wek sembola dadmendî, wekhevî, azadî û rêzgirtina heybeta mirov tê dîtin. Gelo wê rojek bê wek mînak Ezher jî rûpelên tarî yên dîroka Îslamê bide ber rexneyên tûj û bi bihayên bilind ên mirovatiya hevçax re lihev bîne?

Rudaw
Top