Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda ligel wê kir.
Di civînê de rewşa Iraqê û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encamên wê, pêwendiyên Swêdê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, derfeta veberhênan û sermayeguzariya Swêdê ya li Herêma Kurdistanê, rewşa aware û penaberan, rewşa Kampa Holê ya li Sûriyê, gefên DAIŞê, mijarên demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî, sîstema dadweriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û gefên guherîna keş û hewayê bi taybetî li ser Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li girîngiya seqamgîriya siyasî ya li Iraqê û gihîştina aliyên siyasî bi lihevkirinekê ji bo siberoja proseya siyasî ya welat û yekalîkirina her têbînî û kêşeyek li ser encamên dengdanê yên li Iraqê kirin, ku di encamê de hikûmetek jê derkeve ku daxwaz û xwestekên welatiyên Iraqê ji jiyan û debareke baştir û xizmetguzariyan, li ber çavan bigre.
Di beşeke din a civînê de li ser girîngiya berdewamiya hewlên baştirkirina rewşa jinan li Iraq û Herêma Kurdistanê û beşdarî û hevbeşiya wan a aktîvtir û zêdetir di proseya siyasî û birêvebirina welat de danûstandina fikr û ramanan hat kirin û tekezî li parastina demokrasî û azadiyan û mafê mirov û wekhevî û baştirkirina sîstema dadwerî û dadgehan hat kirin.
Pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran, hewldanên ji bo dadgehîkirina terorîstên DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiya herdu aliyan, mijarên din ên civînê bûn.
K24