• Friday, 03 May 2024
logo

Wezîrê derve yê Franseyê telefûna Serokwezîr kir

Gulan Media November 22, 2021 Nûçe
Wezîrê     derve      yê Franseyê telefûna Serokwezîr kir

vê tîmek ji Franseyê serdana Kurdistan û Îraqê bike.
Di peywendiya han ya telefûnî de behsa rewşa koçberan hate kirin.

Îro wezîrê derve yê Franseyê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û Serokwezîr jî derbarê naveroka peywendiya han ya telefûnî de wisa nivîsandiye;

Peywendiyeke telefûnî ya wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian gehêşte me

Di peywendiya han ya telefûnî de me behsa rewşa koçberan li ser sînorên Belarûs û Polendayê, beşdarî û mayîna Amerîkayaê li Rojhilata Navîn de kir.

Di derbarê rewşa koçberan de her du alî li ser vê yekê ku koçber bûne qurbaniya destê bazirgan û qaçaxçiyên mirovan û lîstokeke siyasî hemfikir bûn.

Me behsa vegera sedan koçer bo herêma Kurdistan û Îraqê kir û amadebûna hikûmeta Kurdistanê jî bo her hevkarî û hemahengiyeke pêwîst bo vegerandina dilxwaz ya koçberên han yên ku li ser sînor mane diyar kir.

Me daxwaz ji wezîrê derve yê Franseyê kir daku rola xwe bo gehandina xizmetên hawar hatinê bo koçberên ku li ser sînor mane asê, bilîze.

Wezîrê derve yê Franseyê jî bi rêzdarî ve behsa wan rêkaran kir ku, ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bo girtina bazirgan û qaçaxçiyên mirovan ve hatine girtin û herwiha jiber ku me bilez li gel rayedarên hikûmeta federalî û welatên Yekîtiya Ewrûpayê bo çareser kirina qirîza han têkilî danîne û hewla careser kirina kêşeya hand aye, kir.

Li gel wezîrê derve yê Franesyê li ser hatina tîmeke teknîkî ji Parîsê bo Kurdistan û Bexdayê bo wenêrîn kirin bo rewşê û diyar kirina rêkarên nû, lihev kir.

Di dawiya peywendiya han de her du alî li ser domandina têkilî û hemahengiyan, hemfikir bûn.

Top