• Friday, 03 May 2024
logo

Serok Barzanî û balyozê nû yê Komara Çek civiyan

Gulan Media November 22, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û balyozê nû yê Komara Çek civiyan

behsa rewşa siyasî ya Îraqê jî hate kirin.
Çek û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek ya li Îraqê Peter Stepanic kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Çek de hate kirin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han bi taybetî di warê akademîkî, çandî û abûrî de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan hate kirin û her du alî hêvî xwestin ku encamên hilbijartinan bibe sedema guhertinên baş li Îraqê de û dabîn kirina aramiyê û cîhbicîh kirina xwestek û daxwazên xelkê.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Komara Çek xwest.

Top