• Saturday, 06 July 2024
logo

Sînemakara Rojavayê Kurdistanê xelateke navdewletî stand

Gulan Media September 10, 2016 Hunerî
Sînemakara Rojavayê Kurdistanê xelateke navdewletî stand
Sînemakareka ji Rojavayê Kurdistanê, Evîn Berazî xelata baştirîn fîlma enîmeyşin a Festîvala Navdewletiya Fîlm a Skandînaviya ya li Filandanê wergirt.

Navê fîlma Evîn Berazî Streeng Over e ku behsa gendeliya desthilatên dîktator û bandora wê desthilatdarê li ser jiyana welatiyên dike.

Wêneya sereke ya vîdyoya fîlmê bi awayekê ye, ku wêneyê dîktator di fîlmê de xwar derdikeve û ti kes cesaret nake wêneyê rast bike û her kes neçare ku xulametiya kesê dîktator bikin.

Her di heman fîlmê de ew hizir jî tê nîşandan ku eger xelk biryarê bidin, dikarin ne tenê wêneyê xwar ê dîktator rast bikin, lê belê dikarin desthilata wî jî birûxînin.

Çîroka fîlmê ji aliyê karîkatorîst Cewad Murad ve hatiye nivîsandin û Evîn Berazî jî derhêneriya wê fîlmê kiriye.

Rudaw
Top