• Saturday, 04 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Erkê wan çar welatane ku mafên Kurdan qebûl bikin

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Erkê wan çar welatane ku mafên Kurdan qebûl bikin

dibêje gefên heyî yên li deverê gefên navxweyî ne.
Di komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir.

Îro komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn bi gotara Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dihukê destpê kir.

Her di  heman komcivînê de Serokkomarê Îraqê Berhem Salih û Serokê tevgera Hikme ya Îraqê Emar Hekîm û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de balkêşande ser rewşa giştî ya deverê û Îraqê û ragihand ku niha dever bi giştî di nava rewşeke gelek hesas deye û lazime tevahiya aliyan bihevre bo dabîn kirina aştî û ewlekariyê bixebitin û lazime hewl bo vê yekê were dayîn daku çanda bihevre jiyana aştiyane li deverê de were bicîhkirin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, îro roja cîhaniya lêbûrînê ye lewre daxwaz dikim û hêvî dikim ku tevahiya me bihevre hewl bo bihêztir kirina çanda lêbûrînê û bihevre jiyanê bidin.

Barzanî diyar kir ku hebûna aştiyê bi wateya nebûna şere, nebûna şer jî dibe sedema wejandina deverê û dabîn kirina jiyaneke baştir bo tevahiya aliyan.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, di rewşa niha de sepandin û parastina aştiyê berpirsiyartiyeke gelek mezine, herwiha berpirsiyartiya tevahiya wan aliyane ku li deverê de dijîn.

Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku, li Îraqê şereke nexwestî ya li dijî terorîstên DIŞIê bi dawî hatiye, lê hîn jî sedemên serhildana DIŞIê nehatine jinavbirin, lê ev yek jî peyameke girîng dide me ku bidest anîna aştiyê pêdiviya xwe bi hevkarî û hemahengiya hevbeş ya tevahiya aliyane.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, nabe ku li welatên deverê de were perawêzxistin û lazime Kurd û pêgeha Kurd parastî be û Tirk, Ereb û Fars jî mafên Kurdan qebûl bikin. Av û enerjî di navbera Kurdistan û welatên deverê de dikarin hem bibin sedema şer û him jî bibin sedema aştiyê. Barzanî di berdewamiya gotara xwe de balkêşande ser dabîn kirina ewlekariyê li Rojhilata Navîn de û diyar kir ku sîstema ewlekariya Rojhilata Navînê bihev re girêdayiye lewre lazime em hemû bi hevre kar bo dabîn kirina ewlekariyê li deverê de bikin.

Barzanî wisa gotara xwe doman: Gefên heyî yên li deverê de ne gefên dervene belku gefên navxweyî ne û lazime her welatek di çarçoveya sînorên xwe de gefên han çareser bike.

Top