• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Fransî civiya

Gulan Media November 12, 2021 Nûçe
Serokwezîr  li  gel  şandeke   Fransî    civiya

behsa hemahengî û karên hevbeş di navbera her du aliyan de hate kirin.
Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên operasiyonên taybet yê Franseyê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 11ê Mijdara 2021an me pêşwaziya Fermandarê hêzên operasiyona taybet yên Franseyê Jeneral Bertrand Toujouse kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana têkilî û hemahengiya navbera Franse û herêma Kurdistanê û hewldanên rûbirû bûna terorê kir.

Fermandarê giştî yê hêzên operasiyonên taybet yê Franseyê Jeneral Bertrand Toujouse behsa girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê weke faktereke aramiyê li Îraq û deverê de kir û anî ziman ku serdana wî bo herêma Kurdistanê, bo tekez kirine li ser domandina kar û hemahengiya bihêz ya di navbera herêma Kurdistan û Franseyê di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya li dijî terorê deye.

Di civînê de me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Franseyê kir û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyan û karê hevbeş diyar kir.

 

 

Top