• Saturday, 06 July 2024
logo

Lîstikvanekî navdar ê Misrî di fîlma “Evîndarî li Kurdistanê” de bilîze

Gulan Media August 22, 2016 Hunerî
Lîstikvanekî navdar ê Misrî di fîlma “Evîndarî li Kurdistanê” de bilîze
Hunermend û lîstikvanê Misrî, Tamer Husnî razî bû di fîlma “Evîndarî li Kurdistanê” de bilîze.

Li gorî agahiyên BasNewsê, lîstikvanê Misrî Tamer Husnî duh ji bo fîlma “Evîndarî li Kurdistanê” girêbest bi şîrketa sînemayî ya “Elbesekî” re îmze kir. Tamer Husnî dê bi hunermenda kurd Perwaz Husên re di wê fîlmê de bilîze.

Xwedanê projeya fîlma “Evîndarî li Kurdistanê”, Piştîvan Ebdullah ew nûçe ji BasNewsê re piştrast kir û ragihand, piştî ku her du aliyan girêbest îmze kirin dê wêengirtin dest pê bike.

Heta niha Perwaz Husên, bi fermî girêbest îmze nekiriye lê tê pêşbînîkirin di demek kurt de ew jî girêbestê îmze bike.

Fîlma “Evîndarî li Kurdistanê” yekemîn berhema sînemayî ya hevbeş a Kurdistan û Misrê ye.

Di fîlma “Evîndarî li Kurdistanê” de, karsazekî Misrî bo kar tê Kurdistanê. Li şîrketekê de keçikek kurd dibîne û dibe aşiqê wê. Paşê her du diçin Misrê û daweta xwe dikin. Di hinek beşên fîlmê de behsa şerê Pêşmerge û DAIŞê jî tê kirin.


basnews
Top