• Saturday, 04 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Jîngehparêzî beşeke girîng ji bernameya hikûmetê ye

Gulan Media November 8, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Jîngehparêzî beşeke girîng ji bernameya hikûmetê ye

dibêje emê çanda jîngehparêziyê bihêztir bikin.
Li gel Serokê komîteya jîngehê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê komîteya parastina jîngehê Ebdulrehman Sidêq civiya.

Di civînê de Ebdulrehman Sidêq bi awayeke kurt behs kar û çalakiyên komîteyê kir û balkêşande ser hemahengiya navbera komîteya han û dezgehên têkildar yên hikûmeta Kurdisanê.

Her di heman civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekez li ser girîngiy jîngehê kir û ragihand ku jîngehparêzî beşeke girîng ji karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî ev yek diyar kir ku, hikûmeta Kurdistanê girîngî bi jîngeh û jîngehparêziyê dide û hewl bo pêşde birina çanda jîngehparêziyê dide.

Top