Mesrûr Barzanî: Êrîş girîngiya hevkariyê der dixe berçavan
dibêje êrîşa han derdixe ku hîn jî pêdivî bi hevkarî û hemahengiya tevahiya aliyan heye.
Sersaxî da malbetên pêşmergeyên şehîd.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê şehîd bûna d pêşmergeyan peyameke sersaxî belav kir ku naveroka peyamê wisaye;
Gelek xembar bûm bi şehîd bûna her du pêşmergeyên qehreman Xalid Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir ku di encama êrîşa şeva derbasbûyî ya terorîstên DIŞIê li Pirdê şehîdbûne, sersaxî didim malbet, kesûkar û hevalên wan û hevbeşê xema wanim.
Ev êrîşa han ya terorîstî careke din girîngiya hemahengiya navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hevkariya hevpeymaniya navnetewî bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞI û dagirtina walatiya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê der dixe berçavan.