Erdogan: Dewleta Kurdan – Tirkiye ye
Erdogan destnîşankir ku, li cîhên din li dewletek Kurdan negerin, dewleta Kurdan – Tirkiye ye.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, hin kes û namzetên Serokomariyê wek serdana tirbekê, li zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş dikin û da xûyakirin, Demîrtaş berpirsê kuştina 53 welatiyan e û ew dê hesabê vê bide.
Erdogan rexne li namzetê CHPê Muharem Înce kir ku, li zîndana Edîrne çûye serdana Demîrtaş û got, wek serdana tirbeke pîroz diçin serdana Demîrtaş, lê ew berpirsê kuştina 53 kesan e û dûr an nêzîk ew dê baca vê bide.
K24