• Sunday, 24 November 2024
logo

Evîndariya navbera reşpîst û spîpîstan de qedexe ye

Evîndariya navbera reşpîst û spîpîstan de qedexe ye
Fîlma Loving ku di 69mîn xûla Festîvala Cannesê de beşdar bû, behsa çîroka zilamekî sipîpîst dike ku ji ber pêkanîna hevjîniyê ligel jineke reşpîst tê zîndanîkirin.

Di 69mîn Festîvala Fîlman a Cannesê, fîlma Loving ji derhênana Jef Nîkolas beşdar bibû. Fîlm behsa şîroke evîndariya zilamekî spîpîst û jineke reşpîst dike.

Dema ku her du biryar didin ku jiyana hevbeş pêk bînin û bibin hevjîna hev, tên girtin û li girtîgeheke eyaleta Vergeniya ya Amerîkayê tên bicihkirin, ji ber ku li gorî yasayên wê eyaletê, pêkanîna jiyana hevbeş di navbera spîpîşt û reşpîstan de qedexe ye.

Aktrîsa sereke ya fîlmê Roth Niga ji Rûdawê re got: "Di vê fîlmê de ez rola evîndara Rîçard dilîzim. Em di temeneke genc de hez ji hev dikin. Em di fîlmê de suneta hevjîniyê li eyaleta xwe diguherîn."

Fîlma Loving (hezkirin), fîlmeke hevbeş a Amerîka-Birîtanya ye û ji aliyê şîrketa Rain Dog a amerîkî ve hatiye berhemanîn û biryar e di roja 4 a November a îsal de li Amerîka bê pêşandan.

Rudaw
Top