• Friday, 26 April 2024
logo

Serokwezîr li gel tîmeke YE civiya

Gulan Media September 19, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel tîmeke YE civiya

ev şanda han bo çavdêrî kirina hilbijartinên Îraqê hatiye Kurdistanê.
Behsa hilbijartinên Îraqê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Yekîtiya Ewrûpayê ya bo çavdêrî kirina hilbijartinên Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 18ê Îlona 2021an me pêşwaziya Seroka tîma Yekîtiya Ewrûpayê ya bo çavdêrî kirina hilbijartinên Îraqê Viola von Cramon û şanda pê re kir.

Di civînê de Serokê tîma YE bi awayeke kurt behsa kar, çalakî û erkên tîma han kir û ragihand ku armanca wan çavdêrî kirina prosesa hilbijartinên parlementoya Îraqê ye û tekez li ser vê yekê kir ku erkê wan tenê çavdêrî kirine û bi ti awayî destwerdanî di prosesa hilbijartinan de nakin.

Rixmî nirxandina rola girîng ya YE ya bo çavdêrî kirina hilbijartinan, me hevdem hêviya vê yekê jî xwest ku prosesa hilbijartinê bi awayeke aram, dadmend û bidûr ji sextekariyan û tundûtîjiyê were birêvebirin bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê.

Me amadebûna dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo her hevkarî û hemahengiyeke pêwîst li gel tîma YE diyar kir.

 

 

Top