Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 17ê Îlona 2021ê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.
Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê hat kirin.
Di beşeke din a civînê de li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat axaftin, ku divê hilbijartineke pak û paqij birêve biçe, ku maf û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê desteber bike û bibe sedema seqamgîdiya rewşa Iraqê.