• Monday, 06 May 2024
logo

Naveroka civîna Serokwezîr Barzanî û Serok Vladimir Putin

Naveroka civîna Serokwezîr Barzanî û Serok Vladimir Putin
Li Moskovayê, Nêçîrvan Barzanî digel Vladimir Putin civiya û Serok Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û berfireh kirina têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 09.05.2018 li bajarê Moskovaya patexta Rûsyayê, li meydana Sor, digel mêvan û şandeyên welatan, beşdarî di bîranîna serkeftina Cenga Mezina Niştimanî (Cenga Cîhanîya Duyem) de kir.

Piştî çalakiyên merasimê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Vladimir Putîn Serokê Rûsyaya Federal li Koşka Kirêmlinê civiyan û her du aliyan têkeliyên dîrokî yên her du gelên Rûsya û Kurdistanê di qonaxên cuda de gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir pêşxistina wan têkeliyan kirin.

Di civînê de, Serok Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di hemû waran de û bi tyabetî di warê aborî, enerjî û civakî de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Serok Putin kir ku ew ji bo serdana Moskovaya vexwand û dupat kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her pêngavekê dike ku bibe sedema pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdeistan û Rûsyayê. Herwiha hemû hêsankariyan pêşkeş bi pirojeyên enerjiyê û sermaye razandina rûsyayê li Herêma Kurdistanê dike.

Top