• Saturday, 06 July 2024
logo

Niha li Cannes filma kurdî tê nimayiş kirin

Niha li Cannes filma kurdî tê nimayiş kirin
Filma kurdî ji amadekirin û ekterea serekiya hunermenda naskiriya kurd CANê binavê " Fermana 74 Şengal - 74th Genocide Şengal " îşev li welatê Frensa di festîvala 69an a Cannes de tê nimayş kirin di salona Palais K de.

Ektera sereke û derhênera film Hunermend Canê taybet ji BasNews re da xuyakirin ku filma wê tevî mîhrecana filmên Monako bi bû di 11ê gulanê de xelateke taybet ji aliyê komîta dadweriyê ve dan Canê, Mîhrecana Filman a 10an a Monaco Charity Film Festival ji 7ê ta 10 Gulanê berdewamî kirbû. xelata taybet stand û hunermend Canê da diyarkirin ku ew xelat jibo tevaya gelê kurd bi Pêşmerge û Şervanane û Dayikên Şehîdan.

Herwiha hunermend Canê da eşkere kirin ku wê di 16ê gulana îsal de filma Fermana 74 Şengal beşdarî festîvala international a filman li Cannes a 69an bike festîvala Cannes wê di 11ê gulanê ta 20ê gulanê berdewam bike, lê ew bi hêvî ye xelat bigire, her wisa diyar kir ku filma wê weke Filma Taybet bo Temaşekirinê hatiye vexwendin wê di salona taybet PALAIS K de bê nîşandan.

Hêjayî gotinê ye filma Fermana 74 Şengal par sal li Başûrê Kurdistanê hatiye kişandin behsa hovîtiya çekdarên DAIŞê dike hember keç û jinên kurdên Şingalê û fermana ku bi ser Ola Êzdiyan hatiye.

Basnews
Top