• Friday, 17 May 2024
logo

Serok Barzanî: Kurdistan welatê bihevre jiyanê ye

Gulan Media September 15, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Kurdistan welatê bihevre jiyanê ye

li gel partîkê nû yê kilîseya Aşûrî civiyaye.
Serok Barzanî li gel Patrîkê kilîseya Rojhilat ya Aşûrî civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Patrîkê Kilîseya Rojhilat ya Aşûrî li cîhanê Mar Awuayê sêsiyan û şandeke pê re kir.

Di civînê de Patrîk û şanda pê re spasiya Serok Barzanî bo piştîvanî û parastina çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî li Kurdistanê de û ev yek bi ezmûneke serkeftî ya însanî wesif kirine.

Li hember de jî Serok Barzanî pîrozbayî li partîkê nû yê kilîseya Aşûrî li Rojhilatê kiriye û kêfxweşiya xwe jî ya li hember veguhastina korsiya partiriyakî ji Amerîkayê bo Kurdistanê diyar kiriye.

Serok Barzanî herwiha tekez li ser parastin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane kiriye û gotiye: Kurdistanê welatê bihevre jiyana aştiyane bûye û hertim vê wisa be.

Top