Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser parastina bihevre jiyanê
Patrîk duh bi fermî destbikar kir.
Pîrozbayî li Patiryakê nû yê kilîseya Aşûrî kiriye.
Piştî ku bi merasîmeke fermî ya olî Patrîkê nû yê kilîseya Rohilat ya Aşûriyan hat diyarkirin û Partîk Mar Awuaya sêyem weke Patrîk dest bikar kir, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî nav hatî kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku piştîvaniya hewldanên Patrîk dike û hikûmeta Kurdistanê jî berdewam dibe li ser hewldan bo parastina çanda bihevre jiyana aştiyane û bihêztir kirina çanda han.
Li hember de jî Patrîk spasiya Serokwezîr û hikûmeta Kurdistanê kir û hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo parastina çanda bihevre jiyana aştiyane bi girîng wesif kir.