• Saturday, 06 July 2024
logo

Fîlma Zimnako ya di Derbarê Helebçê de xelata festîvala cîhanî ya Fecr bidest xist

Fîlma Zimnako ya di Derbarê Helebçê de xelata festîvala cîhanî ya Fecr bidest xist
Fîlma dekomanterî ya Zîmnako, bi derhêneriya Mehdî Qurbanpûr, ku karesata dil êş a Helebçê dike mijar, xelata festîvala cîhanî ya Fecr bidest xist.

Fîlma dekomanter a Zîmnako bi derhêneriya sînemakarê Îranê Mehdî Qurbanpûr û ji berhemên Mihemed Şekîbanya ya di derbarê karesata dil êş û bomberana kîmyayî ya bajarê Helebçê ku bi destê rejîma Seddam pêkhatibu, di beşa pêşandana taybet de bi fîlmên dekomanterî yên cîhanê de li sê û çaremîn devreya festivala cîhanî ya Fecr de li komela sînemaya perdîsî ya sûka Tahranê çû ser perdeyê sînamayê û ji aliyê endamên lijneya dadveriya vê festivala ve xelata serekî û beşa fexrî de jî di ‘’navbera mezheban’’ de, ji derhêneriya vê fîlma Kurdî re hate dayîn.

Her di vê beşê de dîplomaya fexrî ji fîlma dekomanterî ya ‘’Davet li gel evîn li kabulê’’ Love Marriage in Kabul, bi derhênana Emîn Pelengî, ji welatê Avustralya û Efganîstan û dîplomaya fexrî bi kurte fîlma Hestî re hat dayîn. Hestî bi derhêneriya Kemal Pirnak ji welatê Îranê ye.

Endamê lijneya dadveriyê beşa ‘’Navbera mezheban’’: sê û çaremîn devreya festivala cîhanî fîlma Fecr pêkhatibun ji fîlmên: ‘’Îstêfan Foêrnêr’’ Stephan Foerner ji Almanyayê, Xatû ‘’Magalî wên Rîs’’ ango Magali Van Reeth, rojnamevan û rexnegirê sînemayî li Fransa û herwaha mamostayê zankoya Îranê Seyîd Mistefa Muheqîq Damad.

Fîlma Kurdî a Zîmnako bi desxistina xelatê serekî yê vê beşa festivala li gel hin film li welatên cuda cuda de kete pêşbirkê. Ji wan e: Fransa, Çîn, Ermenîstan, Îran, Îmarat, Filîstîn, Qeter, Lûbnan, Sûriye, Holanda, Almanya, Komara Çek, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Paraguay re di nav pêşbirkê de bu.

Çîroka vê fîlmê dekomanteriya derbarê jiyana xortekî Kurdê Helebçeyê yê Zîmnako ye ku li roja bombebarana kîmyayî ya bajarê Helebçê de, ji dayîka xwe cuda dibe û piştî 22 sal derbas dibe ji Îranê vedigere cîhê bav û bapîrên xwe yê li bajarê Helebçê ya Herêma Kurdistanê.

Zîmnako di beşa yekemîn a Navnetewî de bi amadebuna karakterê serekî yê fîlmê Zîmnako Mihemed Ehmed ve karî xelata herî baş yê vê festival ê di beşa dekomanterî de bidest bixe.

Zîmnako piştî yekemîn fîlma herî baş a festival ê bidest xist, carekedin hate pêşandan û rêz jê re hate girtin.

Rêveberiya ragehandina giştî ya sê û çaremîn festival cîhanî ya fîlma Fecr.

Basnews
Top